Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
peyvên bijartî: 2 061 4 sayfa içerisinden 104.
Avahîkarî
Xebata çêkirina avahiyan.
Avahîsazî :: Telarsazî
Pîşeya avahîsazan.
Avakirin
Lêkirina avahiyan.
Avakirin
Avahiyeke ku nû tê çêkirin.
Avakirin
Sazkirina parçeyên avahiyê.
Avdan
Di erdê bejî de ji karê avdaniya rehekan re te gotin.
Avdank
Amûreke ji bo ajal pêdiviyên xwe yên avê bi cih bînin.
Avgerm
Ava germ a ku bi rêya qelîştekên di zemîn de ji kûrahiya binzemînê der tê.
Avkêşî :: Avtêbihurî :: Dellandin
Pîleya avtêbihurîna (avkêşiya) hişkiyên serzemîn û binzemînê
Avnasî
Zanista ku li ser avê xebatê dimeşîne.
Avnekêş :: Avgîr :: Avnemij :: Avragir :: Avtênebihur
Cih an jî tiştên ku av tê de derbas nabe.
Avrêjk
Ew alava ku mirov li piyan destava xwe ya biçûk tê de dike.
Avêtina kevaneyî :: Avêtina xwar :: Avêtina lar
Hevedudaniya tevgera stûnî û tevgera araste ya rast e. Tevgera kevirê ku dema mirov ber bi pêş ve diavêje ye.
Avî
Tiştê ku bi avê re eleqedar e.
Avî
Yê ku ji avê pêk hatiye, avdar.
Ax
Ji rizîna kevir û madeyên organîk çêdibe û di nava xwe de gelek ajal, nebat (riwek) û organîzmayên zindî dihewîne. Dar û riwekên din bi axê disekinin û jê avê û pêwîstiyên xwe yên jiyanî More…
Axa gelêşî :: Axa rizî
Axa ji rehek (nebat) û zindiyên riziyayî çêbûye. Rengê wê reş e, avê baş dihewîne û ji aliyê mîneralan ve zengîn e.
Axa sor :: Gila sor
Axa ku di pêkhateya xwe de yan jî di nava xwe de Alumînyum silîqat (Al₂O₃.2SiO₂.2H₂O), hesin oqsît (Fe₂O₃), magnezyûm (Mg), kevirê kilsê (CaCO₃), dihewîne. Axeke zixur, biçûk, şidiyayî û More…
Axban
Banên xaniyan ên ku bi axê hatine çêkirin.
Axur
Avahiya ku ji bo hêwirandina ajalan hatiye çêkirin.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12