Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
peyvên bijartî: 2 061 3 sayfa içerisinden 104.
Asîd
Madeyê şilek ku rengê kaxizê tûrnûsolê ji kesk dizivirîne sor. Madeyê ku pH'a wî ji 7,5 biçûktir e.
Asîmetrî
Asîmetrîk
Asîmptot
Asîmptotîk
Asûna dawî :: Cîgeha dawî :: Duwacih
Merhela berhemên kanzayî ya piştî kiryariya dawîn.
Asûna nêtar :: Asûna bêlayen
Asûna (pozisyon, rewş) bidawîbûna bandora meqletîzê.
Atmosfer
Gaza li dora dinyayê.
Atom
Li gorî fîlozofên yewnanî, hêmanen bingehîn ên rastiyê yên ku parçe nabin û xera nabin.
Atomên wergir :: Gerdîleya wergir
Atomên ku hejmara elektronên wan ji hejmara protonên wan kêmtir in. Atom her dem hewl didin ku hejmara proton û hejmara elektronên wan yeksan bin.
Av
Madeya şilek a bê reng, bê bêhn, bê tam e. Ji du hîdrojen û oksîjenekê pêk tê. Formûla wê H2O ye.
Ava bîr(Sîb)ê
Ava ku bi bîrkolê (sondaj) ji bin zemînê tê derxistin.
Ava jêrerd :: Ava jêrzemîn
Ava berf û baranê ya ku bi riya qelîştekên zemînê di bin erdê de digihîje hev û kom dibe.
Ava jêrzemîn :: Ava binerd
Ava li bin erdê sekan e. Dema ku kanza tê kolan ev av di nav qelş û derzan de dizê yan diherike.
Ava kaniyê :: Kanîav
Ava jêrerdê ya ku bi awayekî xwezayî derdikeve rûyê erdê.
Ava çaviyê
Çaviya ku av jê dertê.
Avahiyên dîrokî
Avahiyên kevnare ku xwedî nirx û taybetmendiyên baş in.
Avahî
Ew avahiya ku ji bo çêkirina wê xebat bê kirin.
Avahî
Hemû berhemên avahîsazî û endezyariyê yên mîna xanî, pir û hwd. ên ku ji aliyê mirovan tên çêkirin. Bi mebesta hêwirandin û hêsankirina jiyanê ye.
Avahîkar
Kesê/a ku di lêkirina avahiyan de cih digire.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12