Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
BA BE BI BO
peyvên bijartî: 167 3 sayfa içerisinden 9.
Bejî
Erdê bêav.
Beledî
Ronahiya birûskê ye. Ronahiya ku bi valabûna barê elektrîkê di nava ewr û erdê yan ewr û ewrekî de dertê holê û wek xêzeke şikestî çîk dide.
Belexwarî :: Xwaromaro
Tişt, xêz an jî rêya ku cî bi cî xwar e. (ne rast)
Belot:: Berû:: Belû
Dara mazî yan jî tovên wê.
Bendava axî :: Axebendaw
Bendava ku bi axa avtênebihûrî hatiye avakirin.
Bendava betonî :: Konkirîtebendav
Bendava ku li ser zemîneke bi teht ji betonê hatiye avakirin.
Bendava bi axê dagirtî
Bendava ku bi kevirên gewre û bi axa avtênebihûrî hatiye avakirin.
Bendava bi keviran dagirtî :: Bendava Berdrêj
Bendava ku bi kevirên gewre û bi betonê hatiye avakirin.
Bendava bipayenda :: Bendava bipalpişt
Bendava ku hîmê wê yan jî sîsika (dendik) wê bi palpiştiyekê hatiye piştgirîkirin.
Bender :: Bendergeh :: Lengergeh
Cihê ku keştî lê radiwestin. Rawestgeha keştiyan.
Bengele
Kêranên ku ji hesin tên çêkirin, ji bo hilgirtina banên hin avahiyên fireh (palûke, otogar). Dema firehî ji 30 m'yî dibihure ev kêran tên bikaranîn. Ji cureyên profîlên hesinî (an jî pola) More…
Benzîn
Ji petrolê çêdibe, teqla wê 0, 65, bê reng û fûrek e.
Benzînxane :: Gazxane
Cihê firotina benzîn û gazê.
Ber
Dirêjahiya navbera du xal an jî du rûxarên heyberekî. Di lakêşe de layê(kenarê) kin.
Ber :: Panî
Firehî
Ber bi jor
Berahiya pêlê :: Firehiya pêlê ::
Navbera bilindtirîn xala pêlê û sifirê (eksen). Bilindahiya pêlê.
Beran
Mêşina (Mî) nêr.
Beravêtin :: Ber avêtin
Ji bo ajalan bûyîna têjikên mirî. Heke ajalek berî ku bizê têjika wê di zikê wê de bimire ji wê ajalê re dibêjin "beravêtî ye".
Berbank
Qada (beş) derve ya ku tê bikaranîn a avahiyekê ku ji erdê bilindtir e. Bi gelemperî di avahiyan de li tebeqeya bilintirîn tê çêkirin.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12