Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
ZA ZE ZI ZO
peyvên bijartî: 32 1 sayfa içerisinden 2.
Zanist
Agahiya ku bi gelemperî derbasdar û teqez e, li gorî rêbazekê tê bidestxistin.
Zanistî
Tiştê li gorî zanistê.
Zanyar
Ew kesê/a ku di pîşeya xwe de karên zanistî dike.
Zanîngeh::Zanko
Dibistana ku perwerdeya pîşeyekê bi awayekî zanistî dide.
Zar avêtin
Zeliqandin
1. Pêvebestîn 2. Pêvekirina du yan jî zêdetir parçeyan 3.Zemqkirin
Zeliqîn
Bihevgirtina du heyberên ji hev veqetandî.
Zeng :: Zingar
Hesin dema ku bi oksîjenê re dikeve têkiliyê rengê qehweyî digire ji vêya re zeng tê gotin.
Zengil
Amûreke ku ji bo dengderxistinê tê bikaranîn. Bi hejandinê hesinê nava zengil li kêlekê dikeve û deng derdixe.
Zer
Rengekî di navbera kesk û mişmişî de ye. Dirêjahiya pêla zer 565-590 nanometre ye.
Zevî
Ciyê ku çandinî li ser tê kirin.
Zeytûn
Fêkiyeke bi rûn e. Tema wê tehl e, piştî fermantasyonê tê asta xwarinê. Dara wê di keşa subtropic (sabtropîk) de digihîje. Bi rûnê wê sabûn jî çêdibe.
Zibil
Pîsiya ajalan.
Zimane
Amûreke makîneyê ku ji bo derbaskirin an jî astengkirina şilekan tê bikaranîn.
Zinar
Kevirên mezin.
Zincîr
Xelekên metal ên ku li dû hev yek bi yek di hev re hatine derbaskirin.
Zivir
Fetilandin.
Zivirandin :: Badan
Guhertina berê tiştekî.
Zivistan
Di salê de rojên di navbera 22'yê berfenbar û 21'ê adarê de, rojên herî sar.
Ziwa
Rewşa madeyên ku şilekiya xwe wenda kiribin.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12