Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
QA QE QI QU
peyvên bijartî: 37 1 sayfa içerisinden 2.
Qad
Qad :: Meydan
Qada herî fireh a ku di navenda bajêr de ye.
Qada perwerdehiyê
Di planên avadaniyê (îmar) de cihê ku tenê ji bo avahiyên perwerdehiyê hatiye veqetandin.
Qada xaniyan
Di planên avadaniyê (îmar) de cihê ku tenê ji bo xaniyan hatiye veqetandin.
Qada Avahiyên Tenduristiyê
Di planê de qada ji bo avahiyên tenduristiyê hatiye veqetandin.
Qada avakirinê
Qada ku avahî tê de tê lêkirin.
Qada bazirganiyê
Di planên avadaniyê de cihê ku avahiyên bazirganî lê tên çêkirin.
Qada benderê(lengergeh)
Qada li kêleka deryayê (an jî gol) ku tê de xebatên benderê tên kirin.
Qada daristanê
Di planê de qada ku ji bo daristanê hatiye veqetandin.
Qada elektrîkî(Karebayî) :: Biyavî karebayî(elektrîkî) :: Biwara karebayî
Tekên ku bi sedema barên elektrîkî çêdibin. Qada li dora barên elektrîkê ya ku hêzên elektrîkî bandor li ser dike. Nîşana wê "E", Yekeya wê Volt/metre
Qada golfê
Qada ji bo lîstika golfê hatiye veqetandin.
Qada Grîngiyên Jîngehî
Di planê de qada ku ji aliyê ekolojiyê ve girîngiya wê heye.
Qada leşkerî
Di planê de qada ku tenê ji bo xebatên leşkerî hatiye veqetandin.
Qada Mugnatîzî :: Biyavî Mugnatîzî :: Biwarî Mugnatîzî
Tekên ku bi sedema barên elektrîkî çêdibin. Qada li dora barên elektrîkê ya ku hêzên mugnatîzî bandorê lê dikin. Nîşana wê "B", Yekeya wê T (Tesla) an jî G (Gauss)
Qada parastina xwezayê
Qada ku ji bo xwezaya wê were parastin û bi destê mirovan neyê xerakirin hatibe veqetandin.
Qada pîşesaziyê
Di planê de qada ku ji bo palûke û kargehan hatiye veqetandin.
Qada zanîngehê
Di planê de qada ji bo zanîngehê hatiye veqetandin. Kampûsa zanîngehê.
Qada çandiniyê
Di planê de qada ku çandinî li ser tê kirin. Ji bo çandiniyê hatiye veqetandin.
Qadên Parastî
Qadên ku ji bo sedemên avahiyên kevnare tê de ne, guhertin tenê bi destûr tên çêkirin.
Qadên Parastî yên Xwezayî
Qadên ku di xwezaya xwe de parastî ne.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12