Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
PA PE PI PL PO PR
peyvên bijartî: 12 1 sayfa içerisinden 1.
Plan
1- Xêza (çîzîm) ku beşên bajar, avahî yan jî makîneyan cure bi cure nîşan dide. 2- Xêz an jî nexşeya ku bi hûrgilî ciyekî biçûk li ser rûyê erdê nîşan dide.
Plana bajêr
Plana ku bikaranîna erdê bajêr tê de tê nîşandan, wek qada avahiyan, dibistan, rê, qadên şînahî, qada saziyên fermî û hwd.
Plana bikaranîna erdê
Nexşeya ku bikaranîna erdê nîşan dide. Beşên erd dê bi çi armancê bên bikaranîn di nexşeyê de tê nîşandan. "bajarvanî, çandinî, qada şênahiyê..."
Plana herêmî
Plana ku tê de çend bajêr cih digirin. Mînak; plana herêma bajarên GAP'ê.
Plansazkirina herêmê
Karê plansaziya herêmê.
Plansazên Bajêr
Kesên pispor ku ji çêkirin û avakirina cihê jiyanê (bi taybetî jî bajar) baş fêm dikin û perwerdehiya vî karî girtine. Kesên ku di warê plansaziyê de pispor in û planên bajar û herêman li More…
Plansazî
Ji bo çêkirina ebatekî ku tê plankirin.
Plastîk
Madeya sentetîk an jî organîk ku bi bandora germahî yan jî fişarê tê şekildayîn.
Platform::Sekû
Cihê kar lê tê kirin û cihê wê ji derdora xwe bilindtir e.
Platîn
Elementeke ku hejmara wê ya atomê 78 e. Metaleke giran, girîng û dikare bê lêdan e.
Plazma
Şileka di nav xwînê de ku tê de sorgilorik û spîgilorik hene.
Plûton
Gerstêrka herî dûr a ji Rojê bû, lê niha Plûton ji nav rêza gerstêrkan hatiye derxistin, ew ne gerstêrk e, ew laşekî qeşayî ye li derdora Rojê dizivire.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12