Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
PA PE PI PL PO PR
peyvên bijartî: 32 1 sayfa içerisinden 2.
Pehnî
1. Paşiya pêlavê 2. Dawiya solê.
Pekîn
Bi sedema lêketina heyberekî bertek çêdibe û ew heyber vedigere.
Pelçimhewêz::Pelhewêz
Giyayek e di hekîmiyê de tê bikaranîn.
Pelçiqandin :: Pelixandin
Bi alîkariya hêzekê tişt şêweyê xwe diguherînin. Dema mirov pê li fêkiyekê bike fêkî şêweyê xwe diguherîne, diqelişe û ava nava xwe derdixe, ev pelçikandin e.
Pelê mêwê
Pelên dara tirî.
Pelê silkê
Pelên giyayê silkê ku ji familyeya ispanaxê ye.
Pelîn
Tiştê ku wek pel xuya dike.
Pembû
Riwekeke ku berên wê spî ne, dişibin hiriyê, nerm e. Di tekstîlê de yek ji madeyên xam e, pê cil çêdibin.
Per :: Bask::Çeng
1. Lebatê firindeyan ê ku pê perwaz digirin; per 2. Çepil, mil *" Her teyr bi baskên xwe difire."
Perde
Amûra rûxara wê rast û ne zebloq ku bi alîkariya (rêya) ronahiyê wêne yan jî vîdeoyan nîşan dide.
Pere :: Dirav
Amûra dayînê ku ji kaxiz an jî ji metal hatiye çêkirin.
Pergal :: Sîstem
Tevahiya rêbazên ku bi kêra bidestxistina encamê tên.
Pergala metreyî :: Sîstema metrî
Di matematîkê de pîvanekên pergala metreyê.
Permutasyona Daîreyî::Permutasyona bazineyî
Perperok:: Îdîdok:: Pinpinîk
Kêzikeke ku temenê wê gelekî kin e.
Perwane
Pirî caran seba sarkirin û tevgerdayînê tê xebitandin.
Perwerde
Karê hînkirin û fêrkirinê.
Pestandin
Tiştê ku di nava du tiştan de asê maye.
Pestîn :: Pestîner
1. Şidandina heyberekê di nava du hêz an jî metalan de. 2. Makîneya ku karê presê dike.
Petkirin :: Puxtekirin :: Paqijkirina xamî :: Zengînkirina cewher
Bi rêbazên curbecur paqkirin bi nirxkirin û zelalkirina (safîkirin) cewherekê.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12