Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
MA ME MI MO MU
peyvên bijartî: 102 1 sayfa içerisinden 6.
Macûn :: mom
Madeyê ku bûye wek hevîr. Ji bo girtina derz û girtina navbera tiştan (wekî cam) tê bikaranîn.
Macûnkirin :: momkerdey
Karê kirina macûnê.
Madde
Madeyê tiwawe
Di gîraweyan de madeyên ku di nava şilek de hûr dibin û bi parçeyên ku bi çav nayên dîtin belav dibin. Mînak; Şekirê nava avê.
Madeyê tiwêner
Di gîraweyan de madeya ku di nava xwe de madeyên din hûr dike û bi parçeyên ku bi çav nayên dîtin belav dike. Mînak; Di şerbetê de av madeya tiwêner e.
Mafê gelemperî
Mafên zagonî yên hemwelatiyan.
Magnezyûm
Elementeke kîmyayî ye. Numreya atomê 12 e û bi kurteya "mg" tê nasîn.
Make
Darên ku fekiyan didin.
Makerêz
Makestûn
Makro
Dijberî mîkro, fireh, mezin . ''Ew proje di planên makro de cih digire.''
Mal
Di kompîturê de destpêk, rûpela destpêkê. Rûpela herî pêş a yekem ku agahiyan der heqê naverokê de dide, di dosyayekê yan jî rûpelên ku di înternetê de ji bo mijarekê hatine ava kirin. More…
Mal :: Serrûpel
Di malperê de rûpela destpêkê yan jî destpêk.
Male
Alava ku mirov pê xerca dîwar û ciyên din rast dike.
Malika dehan :: Xaneya dehan
Di matematîkê de hejmara ji rastê ve di rêza duduyan de. Nirxê vê hejmarê, hejmar çi be ew qas car li deh e.
Malper
Di înternetê de li ser hinek mijaran ji aliyê kes an jî saziyan ve rûpelên ku ji bo agahî yan jî şahiyê (bezmê) hatine çêkirin. " Navnîşana malpera ku endezyarên Kurd ji bo xebatê li ser More…
Malper
Di înternetê de li ser hinek mijaran ên ku ji aliyê kes an jî saziyan ve rûpelên ji bo agahî yan jî otomasyonê hatine çêkirin. "Navnîşana malpera ku endezyarên kurd ji bo xebatên li ser More…
Malpera nûçeyan
Di înternetê de rûpelên ji bo agahiyên bûyeran an jî ji mijarên rojane hatine avakirin.
Mandalî::Lalengî
Fêkiyeke ji malbata narinciyan e.
Manganez
Bi navê mangan yan jî manganezê tê nasîn. Elementeke kîmyayî ye. Numreya atomê 25 e û bi kurteya "mn " tê nasîn.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12