Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
LA LE LI LO
peyvên bijartî: 68 1 sayfa içerisinden 4.
Laborant::Taqiger
Xebatkarên teknîker ê ku di laboratûarê de lêkolinê dike yan jî dixebite.
Laboratûar::Taqigeh
Ciyê ku lêkolîn û ezmûn lê tên kirin.
Laflafoka kulîlk sor
Riwekeke ku hildikişe û li dora dar, dîwar an jî stûnan dilefe.
Lajwerd
Taybetiyên giran, şid, biriqok, kutandinê diyar dike û ragihbarên baş ji bo tîn û karebayê ne.
Lastîk
Madeyekî nerm û elastîk e. Gewhereke ji nava petrolê derdikeve ye.
Lat
Parkirina aqarekê li gor zagona pêşnûmakariya avadaniyê.
Lazer
Teysên pir bi hêz çêdike û kaniya roniyê ya ku di qadên cuda de tê bikaranîn e.
Lebat::Organ
Di bedenê (gewde) de her parçeyê ku peywireke wî ya taybet heye. Di nav organîzmayan de ji parçeyên ku xwedî peywirên taybet in re tê gotin.
Lebzîne :: Almas
Gewhereke giranbuha, qîmetdar. Elementa karbonê ya arî ye. Tê zanîn ku madeya herî hişk lebzîne ye.
Lef:Pêç
1. Ji bo qada manyetîkê bê çêkirin, her dorek têla sifir ku li ser kakilê hesin tê pêçan. Di hundirê trafoya elektrikê de li ser kakil lef hene. 2. Rewşa benik li dora teşiyê.
Legan
Amûreke pehn û gilover ji bo şûştin, pakirin an jî jihevcudakirina cureyên kevir, xîz û hişkiyên din.
Legleg
Cureyekî çûkan e.
Lehî
Ava pir û rabûyî ku di ciyê derbas dibe (rûbar, çem…) de ziyanan dide. Bi piranî piştî barana domdar an jî piştî helîna berfê dertê holê. Wexta lehî radibe xweza û mirov zirarê dibînin. More…
Lenger
Asasê lingê pirê.
Lepik::Destgorik
Cilên ku destan ji serma, germî, qirêjî û ji derbeyan diparêzin.
Lerizîna neahengdar
Di enerjiyê de lerizîna ku frekansa wan ne standart e.
Lerzegraf::Sîsmograf
Amûra ku erdhêjê dipîve. Mawe, lerz û cihê erdhêjê dipîve, li ser kaxizekî dinivîse.
Lerzeyî::Sîsmîk
Tevgera li ruyê erdê.
Lerzezanî::Sîsmolojî
Lêkolîna zanista erdhejê ye.
Lerzpîv
Tiştê lerizînê dipîve.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12