Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
BA BE BI BO
peyvên bijartî: 167 1 sayfa içerisinden 9.
Babelîsk :: Bablîsok :: Gerdelûl
Bûyera ku ba (hewa) li dora xwe dizivire û wek stûnekî bi jor ve hildikişe.
Bac
Ew pereyê ku dewlet ji hemwelatiyên xwe ji bo xizmetên gelemperî bike, digre.
Baca Maldariyê :: Baca xanûberan
Pereyê ku xwediyê milk dide dewletê.
Bacdarkirin
Lê ferzkirina bacê ya li ser kesekî yan jî saziyekê.
Bafon :: Fafon
Elementeke ku numreya wê ya atomê 13, giraniya wê ya atomî 26,98 û di 660 c'yî de dihele; kurteya wê "al" e
Bager
Bayê herî bi hêz û tund, bayê barhilgir û fetlonekî.
Bahoz::Gerdelûl
Bayê bilez, bayê ku toz û talazê radike.
Bajar :: Şar
Warê ku mirov lê dijîn û bi piranî karê bazirganiyê yan jî karê pîşesaziyê dikin.
Bakterî
Mikroorganîzmaya yekşane.
Balafir :: Firoke
Barbireke (seyare) ku bilind dibe û difire.
Balafirgeh :: Firokexane
Cihên taybet ên ji bo balafir lê deynin û rabin.
Balafirgeh::Firokxane
Rawestgeha balafiran e.
Balisk :: Akasya zer
Famîlyeyeke darên pelfireh e. Kulîlkên xwe biharê vedike.
Ban
Tebeqeya ku ser xanî digire.
Ban
Serê xanî, diyarê xanî
Band
Di spektrûma elektromagnetîk de beşeke ku di navbera frekansên diyar dihewîne. Mînak; Banda P(navbera 200 MHz û 400 MHz)
Banda îzolasyonê :: Têp :: Banda şiyareker
Cureyekî bandê ya ku ji bo parastina ji germahî, serma, elektirîk, av an jî hwd. tê bikaranîn.
Bangeran::Bangor:: Xiloke
Ji bo ku axa sist bê şidandin tê bikaranîn, gilover û dirêj e û her du serên wî jî çehl in.
Baqil
Giyayên ku tovê wan di nav baqilan de ne.
Bar
1. Mêjera elektrîkê ya ku li rûxara heyberekê kom dibe. 2. Giraniya tiştekî.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12