Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) - Peyvên bi ‘V’ destpê dikin - Ferhenga Zaravên Teknîkî
Malpera Endezyar, Avahîsaz û Plansazên Bajêr ên Kurd
A B C D E F G H J K L M N O P Q R S T V W X Y Z
Ç Ê Î Û Ş
AC AD AG AJ AK AL AM AN AP AR AS AT AV AX AY
peyvên bijartî: 25 1 sayfa içerisinden 2.
Av
Madeya şilek a bê reng, bê bêhn, bê tam e. Ji du hîdrojen û oksîjenekê pêk tê. Formûla wê H2O ye.
Ava bîr(Sîb)ê
Ava ku bi bîrkolê (sondaj) ji bin zemînê tê derxistin.
Ava jêrerd :: Ava jêrzemîn
Ava berf û baranê ya ku bi riya qelîştekên zemînê di bin erdê de digihîje hev û kom dibe.
Ava jêrzemîn :: Ava binerd
Ava li bin erdê sekan e. Dema ku kanza tê kolan ev av di nav qelş û derzan de dizê yan diherike.
Ava kaniyê :: Kanîav
Ava jêrerdê ya ku bi awayekî xwezayî derdikeve rûyê erdê.
Ava çaviyê
Çaviya ku av jê dertê.
Avahiyên dîrokî
Avahiyên kevnare ku xwedî nirx û taybetmendiyên baş in.
Avahî
Ew avahiya ku ji bo çêkirina wê xebat bê kirin.
Avahî
Hemû berhemên avahîsazî û endezyariyê yên mîna xanî, pir û hwd. ên ku ji aliyê mirovan tên çêkirin. Bi mebesta hêwirandin û hêsankirina jiyanê ye.
Avahîkar
Kesê/a ku di lêkirina avahiyan de cih digire.
Avahîkarî
Xebata çêkirina avahiyan.
Avahîsazî :: Telarsazî
Pîşeya avahîsazan.
Avakirin
Lêkirina avahiyan.
Avakirin
Avahiyeke ku nû tê çêkirin.
Avakirin
Sazkirina parçeyên avahiyê.
Avdan
Di erdê bejî de ji karê avdaniya rehekan re te gotin.
Avdank
Amûreke ji bo ajal pêdiviyên xwe yên avê bi cih bînin.
Avgerm
Ava germ a ku bi rêya qelîştekên di zemîn de ji kûrahiya binzemînê der tê.
Avkêşî :: Avtêbihurî :: Dellandin
Pîleya avtêbihurîna (avkêşiya) hişkiyên serzemîn û binzemînê
Avnasî
Zanista ku li ser avê xebatê dimeşîne.
Fasîkul 2 (Kurdî - Pênase) Ferhenga Zaravên Teknîkî
anasayfaya git HakkımızdaTop 10İLİŞKİGiriş yukarı git
© 2008 endezyar XHTML | CSS Powered by Glossword 1.8.12